kurmanci Beriya Eyda Remezanê çêkirina peqlewaya Gazîentabê du qat zêde bû kurtce haberleri

TAKİP ET

Beriya Eyda Remezane çekirina peqlewaya Gazientabe du qat zede bü.

Peqlewaya Gazientabe wek xwarina ewil a Tirkiyeye ji hela işareta erdnigariye va ji aliye Yekitiya Ewropaye (YE) va hat tescilkirin.

Di Eyda Remezane da gelek kes peqlewaye didin mevanen xwe yen ku ten male.

Hosteyen peqlewaye di nav 4-5 saetan da siniyek peqlewa çedikin ku beriya eyde siparişen peqlewaye geleki zede bün.

Levent Aktaşe peqlewayan difroşe ji nüçegihane AAye ra daxuyand ku dema behsa peqlewaye te kirin Gazientab te bira mirovan ü ani ziman ku ew hewl didin siparişen mişteriyen xwe bigihinin.

Aktaş wiha axivi: "Ji ber ku betlane 9 roj e welati diçin betlaneye ü diyariyan bi xwe ra dibin. Em ji Amerikaye bigire heta Japonyaye ji gelek welatan ra şeraniye dişinin. Ji welaten Ereban em heri zede ji Dubaiya bajare Mirektiyen Ereb yen Yekbüyi ra dişinin. Ji Tirkiyeye ji heri zede ji Stenbol, Enqere ü İzmire sipariş ten."

Beriya eyde çekirina rojane 65-70 ton zede dibe

Omer Faruk Çiftçi ji diyar kir ku ji bo ku beriya Eyda Remezane sipariş bigihejin ji 100i zedetir xebatkar dixebitin.

Çiftçi wiha got: "Li Gazientabe rojane 30-35 ton hilberina peqlewaye heye, le di Eyda Remezane da ev dora 65-70 ton e. Em di 24 saetan da siparişen eyde digihinin nav welet. Her wiha di nav 48 saetan da ji em teslimi navnişanen li dervayi welet dikin." -
Sondakika-haberleri net