kurmanci Di operasyonên Mercek-16yê da 912 çek hatin bidestxistin û der barê 959 kesan da jî miemele hat kirin kurtce haberleri

TAKİP ET

Wezire Karen Navxweyi Ali Yerlikaya daxuyand ku di operasyonen "Mercek-16"ye da 912 çek hatin bidestxistin ü der bare 959 şikbaran da ji miemele hat kirin.

Yerlikaya li ser hesabe xwe ye medyaya civaki daxuyand ku fermandariyen cendirmeyan ü midüriya ewlehiyen bajaran li 71 bajaran diji qaçaxçiyen çekan ü kesen ku çekan berüxset bi kar tinin operasyonen "Mercek-16"ye kirin.

Wezir Yerlikaya ragihand ku di operasyonen 4 roj in dewam dikin da 661 demançeyen berüxset, 35 demançeyen derewin, 40 tivingen lüledirej, 176 tivingen neçire yen berüxset tevahi 912 çeken berüxset hatin bidestxistin.

Yerlikaya da zanin ku di operasyonan da der bare 959 şikbaran da miemele hat kirin ü wiha got: "Bila gele me ye eziz bizanibe ku tekoşina me ya diji kesen ku çeken berüxset bi kar tinin ü yen ku qaçaxçitiya çekan dikin we bi saya dia ü piştgiriya we bi biryardari dewam bike."

Wezir Yerlikaya destnişan kir ku di çarçoveya operasyonen "Mercek-16"ye da 696 demançeyen berüxset hatin bidestxistin ü hezen ewlehiye yen ku operasyone kirine ji piroz kir. -
Sondakika-haberleri net