kurmanci Kiliçdaroglu Hevserokê Giştî yê HDPyê yê berê Demirtaş ziyaret kir kurtce haberleri

Kemal Kiliçdarogluye Seroke Gişti ye CHPye ye bere li girtigeha Edirneye Selahattin Demirtaşe Hevseroke Gişti ye HDPye ye bere ziyaret kir.

Kiliçdaroglu pişti ziyareta li Saziya Ceza ü İnfaze ya Girti ya Bi Ewlehiya Zede ya Tipa Fye ya Edirneye daxuyani da rojnamevanan ü got ku Demirtaş ü Adnan Selçuk Mizrakliye Seroke Şaredariya Bajare Mezin a Diyarbekire ye HDPye ye bere ziyaret kir.

Kiliçdaroglu got ku bi herdu kesan ra ji li ser siyaseta dinya ü Tirkiyeye axivi ü got ku "Hat destnişankirin ku birasti ji ji bo aşti, arami, bi hev ra jiyane siyaseta sivil çiqasi giring e. Lewra me di ve çarçoveye da hevditinek ü nirxandinek kir. Helbet ez naxwazim ku li Tirkiyeye tu kes ji ber fikr ü ramanen xwe bikeve hepse, em hember ramane rez digirin. Em weki wan difikirin an weki wan nafikirin ew mijareke cuda ye le geleki biqimet e ku kesek fikren xwe bine ziman ü ev di demokrasiyan da jenerev e. Dive wiha be."

Rojnamevaneki pirs "Gelo Demirtaş der bare protokola ku bi Partiya Zafere ra hat imzekirin da tu rexne ü gazind kirin an na?" kir. Kiliçdaroglu li ser ve got ku "Di ve mijare da em neaxivin. Jixwe herdu hevalen me yen heja ji dizanin ku ez di mijara siyasete da ü mijara çareseriya pirsgireken Tirkiyeye da çiqas ji dil im. Ji ber ve ez di ve çarçoveye da li mijare dinerim. We heyame iqtidare dixwest ku guherineke destüra bingehin ji ser büyera terore peşkeşi referandume bike. ve de pirsgireken mezintir derxista hole ji bo Tirkiyeye. Me peşi li ve girt."

Kiliçdaroglu diyar kir ku dixwazin ku li Tirkiyeye zimane arami ü siyaseta sivil peş bikeve ü idia kir ku heta Tirkiye demokratik nebe de normalize çenebe.

Kiliçdaroglu li ser pirsa rojnamevaneki ya weki "We bere Demirtaş ziyaret nekiribü gelo dive em ve bi cezaxwarina wi ra tekildar bikin, çi bandora we li ser siyaseta Tirkiyeye heye ku Demirtaş li derva nine?" ev gotin: "Heke Demirtaş li derva büya de peşiya siyaseta sivil geleki rehettir vebüya ü ez bawerim ku de büyeren terore ji biqediyana. Ji ber we ez bi tu awayi rast nabinim ku Demirtaş di girtigehe da ye." -
Sondakika-haberleri net