kurmanci Dayikên Diyarbekirê di Eyda Remezanê da jî ji bo ewladên xwe di nobetê da ne kurtce haberleri

TAKİP ET

Bedriye Usluya dayik: 'Înşeallah em ê rojekê ewladên xwe hildin û vegerin mala xwe. Kurê min heke tu min dibînî an jî dibihîzî, were teslîmî dewleta me bibe'

Dayiken Diyarbekire ji bo zaroken xwe yen ku revandine sere çiye çalakiya xwe ya rüniştine ya li peşiya avahiya bajer a HDPye didominin ü di Eyda Remezane da ji çave wan li reya ewladen wan e.

Malbaten ku dixwazin ewladen xwe ji nava lepe terore derxin ü xelas bikin, di 3ye ilona 2019an da li peşiya avahiya bajer a HDPye çalakiya rüniştine da destpekirin ü nobeta wan di roja 1682yemin da dewam dike.

Malbat havin, zivistan, şewb, roji ü remezane ji nobeta xwe didominin, di Eyda Remezane da ji li benda mizginiya ewladen xwe ne.

Bedriye Usluya ku ji bo Mahmute kure xwe çalakiye dike, diyar kir ku ew ji bo bigiheje kure xwe, nobete didomine.

Usluye destnişan kir, ji ber ku hesret ü kesera kure xwe dikişine, her eyd ji bo we xemgin derbas dibe ü wiha dewam kir, "Dema ku zaroken me bi me ra bün, eyden me weki eydan derbas dibün. İnşeallah em e rojeke ewladen xwe hildin ü vegerin mala xwe. Hevi dikim ev eyd bibe hevi ku Mehmut denge min bibihize ü vegere. Kure min heke tu min dibini an ji dibihizi, were teslimi dewleta me bibe."

Nihat Aydine ku ji bo Mehmete kure xwe çalakiya rüniştine dike ji got ku eydeke din ji be ewlad derbas dibe ü ew xemgin e.

Aydin diyar kir, ew hevi dike ev bibe eyda dawin ku ji ewlade xwe cuda derbas dike ü wiha dewam kir, "Em eyda xwe di çadire da derbas dikin. Dema ku ewlade min li male bü, deste min radimüsa, eydane ji min dixwest. 9 sal e haya min ji kure min tuneye. Geli keç ü xortan, heke hün denge me dibihizin, werin bira ji bo me bibe eydeke duyemin. Werin teslimi dewleta xwe bin, bigihejin de ü baven xwe." -
Sondakika-haberleri net