kurmanci Li Stenbolê êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê hatin protestokirin kurtce haberleri

Erişa İsraile ya bi balafiren şer a diji kampa sivilen Filistini ya li bajare Refahe ye li Xeta Xezeye li deveren cuda yen Stenbole hat protestokirin.

Di erişa İsraile ya diji konen Filistiniyen derbeder da zedeyi 40 kesi hatin kuştin ü li deveren cuda yen Stenbole ji welati kom bün ü bertek nişani erişa İsraile kirin.

Pişti bangewaziyen li ser medyaya civaki, komeke ku li peş Konsolosxaneya İsraile kom bü, pankarta bi nivisa "Ji Tirkistana Rojhilat ta Filistine omet yek deng, yek dil e" vekir.

Mahmut Kar li ser nave koma durişmen lanete berz kirin axivi ü diyar kir ku İsrail qedera 8 mehan e erişen diji Xezeye benavber didomine ü her wiha got ku ji bo rawestandina İsraile, dive hemü welaten dinyaye bi awayeki hevbeş tevbigerin.

Disa komeke din ji li Parqa Saraçhaneye ya li Fatihe kom bü ü ji bo sivilen hatin kuştin dia kirin.

Her wiha hin welati ji li ber Konsolosxaneya Amerikaye kom bün.

Koma ku li vir pankarta bi nivisa "Filistina Azad" vekir, durişmen weki "Qehr be İsrail, hevalbend Amerika" berz kirin. -
Sondakika-haberleri net